Bi boneya salvegera 5`emîn a rizgarkirina Minbicê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê civînek lidarxist.
Civîn li hola navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi amadebûna endamên saziyan û partiyên siyasî yê Minbicê hate lidarxistin.
Di civînê de têkildarî pêngava rizgarkirina Minbicê, rewşa bajar, avakirina Meclisa Leşkerî a Minbicê û saziyên sivîl sinivîsyonek hate pêşandan.
Berdevkê Meclisa Leşkerî a Minbicê Şervan Derwîş di civînê de axivî û diyar kir di pêvajoya 5 salên de xebatên wan yên perwerdekirin û rêxistinkirinê dewam kirin û da zanîn ew wan gelek serketin bi dest xistin û dikarin welatîyan biparêzin.
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî jî axivî û destnîşan kir ku bajarê Minbicê herêma herî ewle li Bakurê Sûriyê ye.
Di civînê de hat diyar kirin ew ê li dijî hewldanên têkbirina projeya neteweya demokratîk hevgirtina xwe xurttir bikin.