Osman Xelef, Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê ya Herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk bi gef û êrişan şerê taybet dimeşîne û dixwaze herêmê vala bike.
Osman Xelef da zanîn ku dewleta Tirk niha nikare di aliyê leşkerî de herêmê dagir bike, ji bo wê jî êrişên hewayî û Şerê taybet dimeşîne û dixwaze encam bigire.
Osman Xelef rêbazên ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gel bikartîne, bi bîr xistin û ev got:
“Li herêmê sîxuriyê pêş dixe û madeyên hişbir belav dike, di navbera gel û rêveberiyê de fitneyê çêdike û li dijî Rêveberiya Xweser îdiayên nerast belav dike.”
Osman Xelef diyar kir ku armanca Tirkiyê ji şerê taybet koçberkirina şêniyên wê û berfirehkirina qada dagirekriyê ye.
Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê dawiyê bang li hemû gelên herêmê kir ku li hember şerê taybet ê dewleta Tirk hişyar bin.