Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyê ji bo misorgerkirina mafên Êzîdiyan, kongreya xwe ya yekemîn li Almanyayê li dar xist.
Kongre li bajarê Hanoverê yê Almanyayê bi amadebûna KNK, Hevbendiya Partiyên Kurd li Sûriyê û nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Berlînê, hat lidarxistin.
Di kongreyê de Desteya Rêvebe a Yekîtiya Êzdiyan, zêdetirî 11 rêxistin û saziyên êzidiyan ên li Sûriyê û derve hatin hilbijartin.
Tê payîn ku, Yekîtiya Êzîdiyan civînên xwe di demeke pêş de li Sûriyê jî li dar bixe.