Xelkê Şengalê: Em ti lihevkirine ji derveyî îradeya xwe qebûl nakin

Welatiyên Ereb yên li Şengalê li ber peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê rabûn û diyar kirin ew ti lihevkirine bêyî îradeya xelkê Şengalê qebûl nakin.
Welatiyên Ereb diyar kirin ew li dijî vegera wan hêzan in ku ew radestî DAIŞ’ê kirine û ji Şengalê reviyan e.

Bertekên li dijî tune hesibandina îradeya gelê Şengalê zêde dibe.

Têkildarî lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya 9’ê Cotmehê ku bêyî îradeya gelê Şengalê hate kirin, welatiyên Ereb ên Şengalê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ew vê yekê qebûl nakin.

Welatiyê Şengalê yê Ereb Muslîq Salih diyar kir ku lihevkirina ku îradeya xelkê Şengalê binpêkiriye nayê qebûl kirin û anî ziman ew bi hemû awayî li dijî vegera pêşmergeyên PDK’ê ya li Şengalê ne, ji ber ew bûn sedem ku komkujî li Şengalê pêk were.

Muslîq Salih diyar kir ku ew hêzên ku Şengal ji destê DAIŞ’ê rizgar kir, hêzên Berxwedana Şengalê ne û ji bo rizgarkirina Şengal û pêkhateyên wê gelek qurbanî dan û got;

“Lewma em vegera pêşmergeyan qebûl nakin. Her rêveberiyek ku ji derveyî îradeya xelkê Şengalê be em red dikin.”

Welatiyê Ereb ê bi navê Xalid Şanyar jî nerazîbûn nîşanî peymanê da û wiha got; “Em dixwazin ji bo parsatina herêmê hêzek hevbeş di navbera hikûmeta federal û hêzên Parastina Şengalê de hebe.”

Xelkê Şengalê: Em qebûl nakin hêzên ku ji Şengalê reviyane dîsa vegerin

Welatiyê Ereb ê Şengalê Hesen Xendilî jî diyar kir ku ew lihevkirina di navbera Iraq û Hewlêrê ya li dijî îradeya xelkê Şengalê red dikin û got;

“Nêrîna xelkê negirtîne. Pêwîst bû li gel xelkê Şengalê bi şêwiriyan. Ew partiyên ku niha li ser Şengalê lihev kirine, berê bi xwe ji Şengalê reviyan û di dema komkujiya Şengalê de xelkê Şengalê bi tenê hiştin. Ew yek ji aliyê her kesî ve eşkere ye. Em hemû şahidê komkujiya havîna 2014’an in.”

Hesen Xendilî diyar kir ku ew qebûl nakin hêzên ku ji Şengalê revîyan dîsa vegerin û wiha dewam kir;

“Em qebûl nakin ti aliyek ku desthilata xwe li ser me ferz bike. Emê çawa qebûl bikin ku hêzeke ji Şengalê revîya û xelk ji komkujiyê re rû bi rû hişt vegere Şengalê. Bêyî nêrîna wê ti hêzek nikaribe vegere Şengalê.”

Back to top button