HPG: Sîstema radarê hat îmhakirin û leşkerek Tirk hat kuştin

Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê li kozik û stargehên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de ku ji 2 baskan ve pêk hat sîstemeke radarê hate îmhakirin û leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya li Heftanînê û êrişa hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê dewam dike.

11’ê Nîsanê gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Partîzan çalakî kirin.

Ji 2 baskan ve li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de sîstema radarê ya li ser gir hate îmhakirin û leşkerek hate kuştin.

9’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Bektorya ya herêma Heftanînê barandin.

HPG’ê ragihand ku di van êrîşand e tiştek bi hêzên wan ne hatiye.

Back to top button