Jinên li Medrîdê nameyek ji jinên li Rojava re rêkirin

Bi armanca piştgirî û piştevaniya bi jinên li rojavayê Kurdistanê re, Jinên li Medrîd ê Spaniya, nameyek ji jinên li rojavayê Kurdistanê re rêkirin. 

Jinên li Medrîdê diyar kir ku destkeftiyên jinan di şoreşa rojavayê kurdistanê de bûye nimûne ku tevahî jinên cîhanê xwe tê de dibînin.

Jinan destnîşan kirin ku di demekê de cîhan tev di rewşeke xirab re derbas dibe, rewşa jinên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ji ber dagirkerî, koçberî û vîrûsa Coronayê xirabtir e.

Jinan gotin:

Bawariya me bi hêza jinên li rojava heye, ku çawa di her şert û mercên zehmet de bi ser ketin wê di vê pêvajoyê de jî bi serkevin.

Em jî, jinên li Medrîdê bi awayekî xweser xwe bi rêxistin dikin.

Wê jin bi hevgirtin û jiyana komînal li dijî pergala zilam têkoşîna xwe dewam bikin.

Em jinên li Medrîdê hezkirên xwe, bi hêza xwe, piştgiriya we jinên li rojavayê Kurdistanê dikin.

Back to top button