Li Mexmûrê Fermandar Egîd Civyan bi merasimekê hat bibiranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan bi merasîmekê hat bi bîranîn.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan bi navê xwe yê din Wehdedîn Karay di 11’ê Îlona 2020’an li Wanê di şerekî bi artêşa Tirk ya dagirker re şehîd bûbû.

Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) duh şehadeta Fermandar Egîd Civyan ragihand.

Ji bo Fermandar Egîd Civyan bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê merasîmek hat lidarxistin. Bi dehan welatiyên wargehê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna fermandar Egîd axaftin hatin kirin.

Li ser navê Meclisa Gel a Demokratik û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de di kesayeta Fermandar Egid de hemû şehîdên şoreşê hatin bi bîr anîn û hat gotin, weke gelê wargehê wê li ser şopa şehîdan bimeşin, xeyalên wan pêk bînin û rêber Ocalan azad bikin.

Back to top button