Parêzer Rezan: Ocalan, li Îmraliyê rêya aştiyê vekir

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û diyar kir ku li gel tecrîdkirina giran Ocalan bi fikrên xwe li pergala Îmraliyê rêya aştiyê vekir. 

Sarica, têkildarî tecrîdkirina li Îmraliyê û binpêkirina mafê darizandinê yê Ocalan, astengiya 8 salan û sedema hevîdinên 2019’an axivî û got:

“Hevdîtina bi Ocalan re mafê herî rewa, hiqûqî û zagonî ye.

Lê 8 salan ev maf tê astengkirin û piştî 8 salan yekem car di 2’ê Gulana 2019’an de hevdîtin pêk hat.

Ev hevdîtin di encama greva birçîbûnê ya girtîgehan de pêk hat.

Lê piştî hevdîtina 7’ê tebaxê, hevdîtin dîsa hatin astengkirin”

Sarica, anî ziman ku parêzeran di 7’ê Tebaxê de hevdîtina dawî kir û ragihand ku heta niha parêzeran 49 û malbat 25 caran serlêdan kirin, lê heta niha tu bersiv nedane ne parêzer û ne jî malbatê.

Rezan Sarica diayr kir ku Ocalan li Îmraliyê rêya aştiya bi rûmet zindî hiştiye.

Back to top button