Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd (TJK-F) tecrîda li ser Rêberê Apo li pêşiya Parlamenta Fransayê bi çalkiyekê şermezar kirin.
Di çalakiya ku 5 saetan dewam kir bal hat kişandin li ser berxwdana 24 salan li Îmraliyê.
Çalakvanan li qada parlomenteyê 24 qefes bicih kirin û di hindirê her qefesekê de welatparêzek rûnişt.
Li dijî helwesta Ewropa jî bin kartên “Min nedît, nebihîst, nizanim”,”Azadî ji Ocalan re” hate daliqandin.
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat di çalakiyê de got:
“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîne,Divê rêxistinên mirovî erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin.”
Çalakî bi dirûşmyên “Azadî ji Rêber Apo re “, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Li bajarê Bordeaûxê ê Fransayê tecrîd bi meşek hate şermezarkirin