Tenduristiya hikûmeta Şamê ragihand ku kesekî din bi Coroanyê ket

Hikûmeta Şamê ragihand ku kesekî din bi vîrûsa Coroanyê ket, 5 jî ji vîrûsê baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesekî din vîrûsa Coronayê ket û 5 kesên din yên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûne.

Li gorî daneyên dawî jî, li herêmên hikûmeta Şamê heta niha 125 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, ji wan 58 kes baş bûne û 6 jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button