Lîbya..Gelek dewletan hewildana Misirê ya çareseriyê bi erênî pêşwazî kir

Têkildarî ragihandina insiyatîfa nû ku bi serpereştiya Misrirê derketî ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê, gelek dewletan ev gav bi erênî pêşwazî kir.

Yekem dewlet ku piştgiriya xwe bi insiyatîfa nû ku li Qahîrayê derketî nîşan da, Îmarat bû.

Paşê bi daxuyaniyên cuda, Urdin, Behrên û Siûdiyê jî piştgiriya xwe da hewildanên Misirê ji bo çareseriya aloziya li Lîbyayê.

Serokê Parlamana Erebî jî bi erênî pêşwazî li insiyatîfa nû nîşan da û bang li aliyên şer ên li Lîbyayê kir ku li gorî vê inisyatîfê tev bigerin.

Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian jî piştgiriya xwe ji bo hewildana Misirê ya çaserkirina aloziya li Lîbyayê nîşan da.

Rûsyayê jî bi riya balyozxaneya xwe ya li Qahîrayê insiyatîfa nû ku Misirê serperştiya wê kir weke insiyatîfeke girîng bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve Amerîkayê piştgiriya Misirê ya vegera danûstandinên siyasî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî li Lîbyayê kir û ragihandina agirbestê bi erênî nirxand.

Back to top button