Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan êrîşên dijber li dijî çekdarên hikûmeta Wîfaqê û çeteyên Tirkiyê pêk anîne.
Berdevkê Artêşa Niştimanî, Ehmed El-Mismarî, ragihand ku artêşê li herêma El-Hîşe ya rojhilatê Misratayê êrîşek bir ser çeteyên Wîfaqê ku Tirkiyê piştgiriya wê dike.
Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku heya vê kêliyê jî balafirên şer ên artêşê di tevgerê de ne û piştgirya pêwîst didin şervanên li ser erdê.
Beriya niha jî El-Mismarî ragihandibû ku ji bo êrîşên dijwar ên dagirkeriya Tirk û parastina sîvlan, hêzên artêşê ji Trablus û Terhûnayê vekişiyan.
Li aliyekî din, hin dîmen di medyaya civakî de hatine belavkirin ku tê de tê xuyakirin ku xelkên bajarê El-Beyda ya li rojhilatê Lîbyayê li dijî dagirkeriya Tirk serferberiya giştî ragihandine.