Rêveberiya Xweser buhayê genim bilind dike

Çavkaniyên taybet ji Ronahî TV re ragihand ku wê Rêveberiya Xweser buhayê genim li gorî bilindbûna Dolar zêde bike.

Çavkaniyekê eşkere kir ku, dê Rêveberiya Xweser nirxê kîloya Genim li gorî şert û mercên heyî bilind bike.

Çavkanî da zanîn ku Rêveberî buheyê genim bi pereyên Sûrî destnîşan nake û dê li gorî bilindbûna Dolarê Amerîkî, mafê cotkar bidêyê.

Her wiha heman çavkaniyê ji Ronahî TV re teqez kir ku wê piştre Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê agahiyên zelal parve bike.

Tê zanîn ku herî dawî Rêveberiyê ji bo kîloyek genim 315 L.S diyar kiribû û ragihandibû ku wê genim ji herêmên Rêveberiya Xweser dernekeve.

Back to top button