QSD: Di qonaxa duyem de 25 çete hatine girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku, şervanên wan derbasî qonaxa duyemîn a Pêngava “Têkbirina Terorê” bûne û bi qasî 25 çeteyên DAIŞ’ê girtine. 

Li gorî navenda ragihandina QSD’ê, niha şervan li ser xeta Rewda a sînorê Iraqê û heya bi çemê Xabûrê ve bi pêş dikevin û heta niha rûpîveneke bi dirêjahiya 20 KM û firehiya 70 KM û di nav de 35 gund paqij kirine.

Her wiha QSD’ê eşkere kir ku, wan bi rêya Yekîneyên Comendos û bi kordîneya Koalîsyonê, 30 armancên xwe bi cih anîne.

Tê zanîn ku, di du rojên destpêkê yên pêngavê de, 30 çete hatibûn girtin û bi qasî 100 gundî di çarçoveya qonaxa yekê ya Pêngavê de hatin paqijkirin.

Back to top button