Mismarî: Em li ser daxwazên navdewletî vekişiyan, lê hin dewletan em xapandin

Piştî vekişandina Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji Terablus û Terhûnayê, berdevkê Artêşê Ehmed El-Mismarî ragihand ku ew ji aliyê hin dewletan ve hatin xapandin. Li aliyekî din duh li Qahîrayê, insiyatîfeke nû ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê hat ragihandin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed El-Mismarî, derbarê vekişandina artêşê ji Terablus û Terhûnayê axivî.

El-Mismarî diyar kir ku çeteyên Wîfaqê, bajarê Terhûnayê ne bi hêza xwe ya leşkerî stand, lê hin dewletan Artêşa Niştimanî xapand.

Li gorî El-Mismarî, van dewletan xwe weke garantor nîşan da û daxwaz ji Artêşê kir ku 60 KM vekişin, da danûstandin dest pê bikin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî da zanîn ku, wan êrîşeke çeteyan a li ser bajarê Sêrtê şkand û 3 dronên Tirkî anîn xwarê.

Sîsî û Hefter, insiyatîfeke nû, ji bo çareserkirina aloziyê ragihand

Girêdayî mijarê, duh li paytexta Misir Qahîrayê, di navbera Serkêşê Artêşa Niştimanî, Mûşîr Xelîfe Hefter û serokkomarê Misirê Ebdul Fetah El-Sîsî de hevdîtinek pêk hat.

Herdu aliyan insiyatîfeke nû bi navê “Daxuyaniya Qahîrayê” ragihand.

Di “Daxuyaniya Qahîrayê” de ev xal hatine destnîşankirin:

Daxuyaniya Qahîrayê — qalibû montacê

– Ji 8’ê Hezîranê ve, agirbesteke giştî li tevahiya Lîbyayê dest pê dike.

– Jinûvedestpêkirina danûstandinên aştiyê li Cenevê.

– Neçarkirina hemû aliyan ji bo derxistina çeteyên biyanî ji Lîbyayê.

– Avakirina mecliseke serokatiyê ku ji aliyê gel ve were hilbijartin.

Piştî vê ragihandinê, Îmarat, Urdin, Behrên, Siûdiyê, Fransa, Rûsya û Amerîka piştgiriya dan insiyatîfê û hewldanên Misirê yên ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê weke karekî girîng bi nav kirin.

Tirkiye: Sozên me dabûn Wîfaqê, me bi cih anîn

Lê tevî hewldanên Artêşa Niştimanî yên çereserkirina aloziya li welêt û vegera li diyalogan, hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, amadekariyên leşkerî zêde dike da ku ber bi bajarên Sêrt û Cefra yên li nêzî zeviyên petrolê ve biçe.

Di heman demê de, dewleta Tirk a ku şerê Lîbyayê bi rê ve dibe, kêfxweşiya xwe bi pêşketinên çeteyên xwe yên li ser erdê anî zimên.

Şêwermendê serokatiya AKP Yasîn Aktay ragihand ku, Tirkiyê, sozên dabûn Wîfaqê bi cih anîn.

Aktay li ser hesabê xwe yê Twîterê got:

Îro Lîbyayê ketiye rêya rizgarî û serxwebûnê, lê ev rê dirêj e û pêwîstiya wê bi destekeke zêde heye..

Tirkiyê ti carî dev ji gelê Lîbyayê bernade.

Ev yek di demekê de tê ku dewleta Tirk, veguhestina çek û çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Back to top button