Li dijî betalkirina wekîltiya 3 parlamenterên HDP û girtina wan, bertek zêde dibin. Kurdistanî û dostên xwe dîsa li gelek bajarên Almanya, Fransa, Swîsra û Denîmarkê çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Di çalakiyan de darbeya AKP û MHP’ê ya li dijî vîna gel hate şermezarkirin.
Li gelek bajarên Ewropayê betalkirina wekîltiya 3 parlamenterên HDPê û girtina wan hatin şermezarkirin.
Li Kopenhagê paytexta Danîmarkayê, bi pêşengiya NCDK û Meclisa Jinan a Sêvê, çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de, sloganên “Erdoganê faşîst” û “Erdogan serokê DAIŞ’ê ye” hatin berzkirin.
Her çalakiyek dîmen 7 saniyan biherikîn..
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî, Kurdistaniyan darbeya AKP û MHP’ê şermezar kir.
Li bajarê Stûttgartê yê Almanyayê jî, nêzî 15 hezar kes, tevî saziyên çepgir û sosyalîst bi çalakiyekê, bertekên xwe nîşanî nijadperestiyê dewleta Tirk da.
Li paytexta Fînlandya Helsînkiyê jî, bi heman armancê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
Li bajarê Zurîhê û Bern ên Swîsreyê jî çalakî pêk hatin.
Di çalakiyê de, gel siloganên “Tirkiyê Terorîst”, “Erdogan kujer e”, “Bijî piştevaniya şoreşgerî” û “Dest nede vîna min” hatin hildan.