Li bajarê Bordeaûxê ê Fransayê tecrîd bi meşek hate şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan.

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan kurdistanî û dostên wan ku li qada Place de la Bourse li hev civiyan.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaûxê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyanî hatin dayîn.

Di axaftina li ser navê TCŞ’ê de hat destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê di asta milîtaniyê de pêşengi ji pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bikin.

Siyadetmedar Cûma Tak jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi xwe ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve tê meşandin û wiha got:

“Me serî li ber TC’ya faşîst a ku teknîkên şerê taybet bi kar tîne, netewand û em ê netewînin.”

Girseya ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” li kolanên bajêr bi qasî 2 saetan meşiyan, çalakiya xwe li qada Vîctoîre bi dawî kirin.

Ciwanên Kurd li Fransayê tecrîd şermezar kirin

Back to top button