Nivîskarê Misrî Îslam Deyf: Fikrê Ocalan nûnertiya hemû gelan dike

Nivîskarê Misrê Îslam Deyf jî destnîşan kir ku fikrê Rêber Apo nûnertiya tevahî gelan dike.

Îslam Deyf destpêkê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember êrişên Tirkiyê silav kir .

Deyf diyar kir ku projeya neteweya demokratîk rêya herî guncaw ya rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn e û wiha got:

“Cudahiya şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji şoreşên din ên Kurdan, ew e ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê projeyeke ne neteweperestî pêşkêş dike.

Ev proje li ser bingeha pirrengiyê û neteweya demokratîk e ku xizmeta tevahî gelan dike.

Fikrê Rêbertî di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ û têkbirina wê de diyar bû.

Porjeya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn bi giştî çareseriya herî guncaw e.

Lê hêzên emperyalîst ev proje wekî xetereyekê li ser hegemoya xwe dît, lew ra Rêbertî revand da ku vê projeyê têk bibin.”

Nivîskar Îslam Deyf herî dawî sîyaseta tecrîtê red kir û banga azadiya Rêber Abdllah Ocalan kir.

Hunermendê Alman Konstantîn Wecker banga azadiya Rêber Apo kir

Back to top button