Li heremjên bakur û rojhilatên surî li dijî şaneyên veşartî yên Daiş’ê ku bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker tevdigerin têkoşînek bê hempa tê meşandin
Di vê çarçovê de heta niha bi dehan şaneyên razayî yên DAIŞ’ê hatine girtin.
Herî dawî 21’ê Îlonê hêzên ewlehiya hûndirîna a Minbicê bi operasyonek taybet ve şaneyek dina a daiş ê ya herî mezin girt.
Endamên vê şaneyê xwe mixurhatin ku hemû çalakiyên li Minbic û derdora wî de wan pêkaniye.
Piştî bajarê Minbic û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, vê carê çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk a dagirker bi rêya şaneyên veşartî dest bi êrîşan kirin.
Ji bo aramî û ewlehiya herêmê jî hêzên ewlekariya hundirîn ya Minbicê jî têkoşînek bê hempa dide meşandin.
Herî dawî di çarçoveya têkoşîna li dijî van şaneyan de 21’ê Îlonê şaneke din a çeteyên DAIŞ’ê li Minbicê hat girtin.
Ev şane weke mezintirîn şaneya veşartî ku hatiye girtin e.
Şane 7 jê jin, ji 18 kesan pêk tê.
Endamên şaneyê jî têkildarî teqîn û êrîşên wan yên li bajar pêk anîne, li xwe mikur hatin.
Vê şaneyê li herêmê gelek bûyerên teqemeniyê pêk anîbûn.
Ev şane 9’ê Adarê li ser rêya Otostrad a başûrê bajarê Minbicê,
25’ê Adarê li Çerxerêya Şeriya ya Rojavayê Minbicê,
Û 16’ê Gulanê li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a minbicê êrîş pêkanîne û van êrîşan berpirsiyarin.
9 ADAR RÊYA OTOSTRAD
25 ADAR ÇERXERÊYA ŞERIYA
16 GULAN NAVENDA BAJAR
- Mehmûd Mustefa El-Elî bi nasnav Ebû Mustefa erka wî Serçeteyê Şaneya veşartî ya Minbice bû.
- Omer Ebdulqadir El-Şêx bi nasnav Umran cîgirê mîrê şaneya Ebû Mustefa ye.
Di hemû êrîşên şaneyê de cih girtiye.
Di êrîşande erka wî ajokarî bû.
- Ebû Hebîb El-Şamî, di êrîşa li dijî nuqteya Hêzên Xweprastinê û êrîşa li ber avahiya Hêzên Hawarî de cih girtiye.
- Mehmûd Elî El-Elî bi nasnav Ebû Xufran an jî Ebû Mihemed di çar êrîşên cûda de cih girtiye. Di êrişa hêzên xwe parastinê de erka wî dorpêçkirina bendê bûye.
- Ebdulezîz Ebdulrehman Şenai bi nasnav Ebû Zekeriya erka wî amadekirina bombe û erebeyên bombebarkirî bû.
Di 6 teqînên li Minbicê û derdor wî de cih digre û êrîşa Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî berpirsyar e.
Herî dawî ji bo êrîşan li bajarokê Xendûra yê Cerablusê hat erkdarkirin.
- Ehmed Elî El-Hemed bi nasnav Ebû Elî Retla beşdarî 6 êrîşan bûye. Di êraşî li dijî hêzên xwe parastinê de cih girtiye.
- Mihyedîn Zahir Hoş bi nasnav El-Qeysî li gundewarên Minbicê êrîş pê dianîn û li cem wî çek û cebilxan hatin dîtin.
- Ehmed Ubeyd Mihemed Elî (Ubeyed) beşdarî 5 êrîşan bûye.