Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: 83 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 102 jî birîndar bûn

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di encama şerê li herêma Sidada û Ebû Qerîn ên Misratayê de, 83 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Artêşê her wiha da zanîn ku “çete erebeyên ambulansê û karwanên bijîşkî û yên xwarinê dikin armanc û hîna Erdogan çeteyan dişîne Lîbyayê. 

Navenda Ragihandinê ya Odeya Operasyonên Keramayê, ragihand ku duh di encama şerê navbera wan û çeteyên dewleta Tirk de, 83 çete hatin kuştin û 102 jî birîndar bûn.

Rêveberê perspektîva manewî ya Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb diyar kir ku di nava kuştiyan de, femandarekî çeteyên Wîfaqê bi navê Mihemed Hemed Manêta hebû.

Di heman demê, artêşê deriyê Bû Qerîn ê Rojavayî yê başûrê Misratayê kontrol kir û piştî revîna çeteyan, jimareke mezin a çek, cebilxane û alavên leşkerî bi dest xist.

Ehmed El-Mismarî: Çete, erebeyên embulansê û karwanên bijîşkî û xwarinê dikin armanc

Li aliyekî din, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî jî di kongreyeke çapemeniyê de, da xuyakirin ku çeteyên dewleta Tirk, erebeyên ambulansê, nexweşxane û karwanên bijîşkiî û xwarinê armanc dikin.

Ehmed El-Mismarî: Erdogan, hîna çeteyên xwe dişîne Lîbyayê

El-Mismarî, her wiha da zanîn ku ji ber vîrûsa Coronayê tevahî balafirgehên cîhanê hatin rawestandin, ji bilî balafirgeha Stenbol, Misrata û Terablusê, da ku Erdogan şandina çeteyên xwe ranewestîne.

Ehmed El-Mismarî teqez kir ku hezar û 500 çeteyên ji Sûriyê ji bo Terablusê hatin rêkirin, bêyî ku taqîkirina coronayê ji wan re çêbe.

Berî niha jî, Artêşa Lîbî, Odeya Operasyonên Hevbeş a serbazên Tirk û rêveberiya çeteyan armanc kir û li gorî daneyan, bêtirî 12 termên nenas ji bin kavilên Odeyê kişandin.

Back to top button