YEKEM KENALA ÊZIDIYAN ÇIRA TV LI HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATIYE QEDEXEKIRIN

Asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê yekem kenala gelê Êzidî , Çira Tv li herêmê qedexe kiriye. Qedexeya ku 27’ê Tîrmehê destpêkirî, du meh in dewam. Rêveberiya Çira Tv bi daxuyaniyekê ev qedexe weke li dijî hebûna civaka Êzidî nirxand. Her weha bang li dezgehên ragihandinê yên netewî û navnetewî û hemû aliyan kir ku li dijî qedexeyê helwestê nîşan bidin. 

Nêzî 7 sal beriya niha yekem televizyon ji bo civaka Êzidiyan Çira Tv hat vekirin.

Çira Tv hem bi bernameyên xwe hem jî bi nûçeyên xwe cih dide çand û jiyana Êzidiyan a li Kurdistanê, Ermenistan û her devera ku Êzidî lê ne.

Asayîşa herêma başûrê Kurdistanê, ji 27’ê Tîrmehê ve kar û xebatên Çira Tv qedexekiriye.

Di van du mehan de gelek serlêdan li rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, lê belê encameke erênî ji van serlêdanan nehate wergirtin.

RÊVEBERIYA ÇIRA TV: EV QEDEXE LI DIJÎ HEBÛNA CIVAKA ÊZIDÎ YE

Li ser mijarê, Desteya Weşanê ya Çira TV daxuyaniyek da.

Rêveberiya Çira Tv ev qedexe, li dijî azadiya ragihandinê û bi taybetî li dijî hebûna civaka Êzidî nirxand.

Her weha weke derveyî nirxên netewî bi nav kir.

Rêveberiya Çira Tv li ser navê xwe û temaşevanên xwe ji bo rakirina qedexeyê ev bang kir:

Em careke din daxwazê, li asayîşa Şêxan, parêzgeha Dihok û hukûmeta herêma başûrê Kurdistanê dikin, ku dawî li qedexekirina xebatên me bînin.

Di serî Mîrê nû yê hatiye diyarkirin, Bavê Şêx û heyeta ruhanî, bang li civaka me ya Êzidî ya li Şêxanê dikin, ku ji bo rakirina qedexeyê, bikevin nav liv û tevgerê…

Di heman demê banga me, ji bo hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên neteweyî û navneteweyî, hemû hêzên siyasî û civakî yên Êzidxan û Kurdistanê, temaşevanên me û raya giştî heye, ku li hemberî vê qedexekirinê, helwestê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button