Şêniyên Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên Tebqayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê meşiyan û êrîş şermezar kirin.
Şaredariya Gel û Saziyên civaka sivîl ên Reqayê jî bang li civaka navneteweyî kirin ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi tevlibûna bi sedan şêniyên Tebqayê meşek li dar xist.

Piştî ku meş veguherî mitîngê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk û hewldanên dagirkirina herêmên din hate şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku heta rawestandina êrîşên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, wê berxwedan bidome.

Şaredariya gel a reqayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi heman armancê, Şaredariya Gel a Reqayê daxuyaniyek li pêşiya navenda şaredariyê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ti sedemên dijminahiya dagirkeriya Tirk a li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, tune ne.

bang li NY û komeleyên mafên mirovan jî hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

”NY ji berdewamkirina sûcên Tirkiyê berpirsyar e”

Saziyên civaka sivîl ên Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Êrişên barbar yên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wan li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûrî, dewam dikin.

Saziyan diyar kirin ku NY ji berdewamkirina sûcên dewleta Tirk berpirsyar e.

Back to top button