”2 roj in ku dest û çavên keça min girêdayî ne”

Bavê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ragihand ku keça wî bi rêya telefonê agahî daye ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di wesayitekê de ye û dest û çavên wê hatine giritn.

 

Girtiya siyasî Zeyneb Celal-iyan, 13 sale di girtîgeha bajarê Xoy de girtiye

Di 29’ê Nîsanê de ji aliyê hêzên ewlekariyê, ji girtîgeha Xoy ber bi cihekî nediyar ve hatibû veguhestin.

Bavê Zeyneb Celaliyan, Elî Celaliyan bi rêya telefonê li gel Tora Mafên Mirov a Kurdistanê axivî û got:

Piştî ku Zeyneb ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê, birine cihekî ne-diyar.

Duh bi şev Zeyneb ku di nava wesayîtekê de bû bi telefonê li me geriya û got:

Ji duh ve heta niha dest û çavekên min girtine û min veguhestine girtîgehên Ûrmiye û Kirmaşanê, lê ji ber ku girtîgehan qebûl nekirine ku girtiyên nû bigirin, niha wê min vediguhezînin girtîgha Tehranê.

Bavê Zeyneb anî ziman ku piştre yekser telîfona qot bû, ez pir bi fikiarim fikarim ji ber ku bi xwe gotibû ku ev du roj in di nava wesayîtekê de wê ji bajarekî dibin bajarekî din.

Back to top button