“Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin”

Sibe 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê ye.
Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire. Nûnerên rêxistinên pîşeyî, diyar kirin ku li Tirkiyê ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin.

Desteya Giştî ya NY sala 1993’an biryar da ku 3’ê Gulanê weke Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê bê pîrozkirin.

Lê rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran, ji bo vê rojê gotin ku li tevahiya cîhanê û Tirkiyê, zextên pir mezin li ser rojnamegeran hene.

Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire û ji 100 rojnamegerî zêdetir girtî hene.

Rojnamegerên li Tirkiyê bi bi boneya Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê bal kişandin ser rewş û pirsgirêkên çapemeniyê û gotin:

Ligel hemû êrîşên desthilatdariyê jî, kevneşopiya çapemeniya azad heye. Pêşengtiya vê jî çapemeniya kurd dike.

Li Tirkiyeyê em nikarin behsa azadiyê bikin. Lê ji bo pêşxistina azadiyê têkoşînek mezin heye.

Pîvana herî sereke ya çapemeniya azad, li gel hemû polîtîkayên zext û tundiyê jî, agahiyên rast ji gel re ragihandine.

“Tirkiya di rêze 154’emîn de ye”

Rojnamegeran diyar kirin ku zextên li ser çapemeniya azad zêde bûne û weha domandin:

Bi girtin, binçavkirin û zextan dixwazin çapemeniya azad teslîm bigirin. Di salên dawî de pir zext li çapemeniyê hatin kirin.

Berê rojnameger dikuştin, niha jî ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran dikin.

Agahî û nûçeyek herî biçûk ên rojnamegeran jî, dixin mijara lêpirsin, binçavkirin û girtinê.

Dixwazin dengê gel qût bikin. Yek ji pîvana me ya sereke agahiyên rast ji gel re ragihandine.

Lê desthilatdarî me asteng dike û ji bo rastî dernekeve holê êrîşî me dike.

Rojnamegeran dawiyê gotin:

Di vê demê de ji kar derxistin pir zêde bûye.

Ji ber gefên desthilatdariyê, rojnameger nikarin xwe ji qeyd û bendên xwe yên difikirin xilas bikin.

Bi boneya vê rojê em dixwazin rojnamegerên girtî bên berdan.

Back to top button