62 rêxistinên jinan: Em ê bêdeng nemînin û xwedî li mafê xwe derkevin

62 Rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê piştevanî dan jinên ku li ser medya civakî destdirêjkaran teşhîr kirin.

62 rêxistinên jinan destnîşan kir ku ew ê li dijî destdirêjiyê bêdeng nemînin û gotin:

“Em bi hemû rengî ji tundiya zilaman re dibêjin êdî bes e.!

Ji bo ku em pêşî li hişmendiya desthilata mêran bigirin piştevaniya xwe xurt dikin.

Em ê bêdeng nemînin û her ku em biaxivin û derstdirêjkaran teşhîr bikin ji mafên me ye em aramiyê hês bikin.

Divê hesab ji kesên tundiyê dikin were pirsîn ne ji mexdûran.”

62 rêxistinên jinan bang li her kesî kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û ji bo ku pêşî li tundiyê bigirin berpirsiyariyan hilgirin.

Back to top button