Dewleta Tirk a dagirker dikuje PDK jî rewa dike

Dewleta Tirka dagirker li bajarokê Dêrelokê yên bi ser Amediyê 3 sivîl şehîd xist.
PDK a ku divê êrîşên dewleta Tirk rawestîne, şermezar bike, zext li malbatên kesên ku ji ber êrîşê şehîd bûne kir ku cenazeyên xwe zû veşêrin û ti dimenan jî ji rayagiştî re parvenekin.

Evdîmen jî yên li bajaroka Dêrelokê ya navçeya Amediyê li Dihokê ye.

Lê kujerê van dimenan yek e.

Kurd ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tên kuştin cenazeyên wan yê ku perçe perçe bûye di hindirên kîsan de li ser pişta hêstirê tên anîn.

Artêşa Tirk a dagirker 7’ê qanûnê gundê Zêwê ya ser bi Dêreloka Amediyê bombebaran kiribû.

Di encama bombebaranê de 3 gundiyên bi navê Muhsîn Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq şehîd ketin.

Piştî lêgerîna çend rojan duh êvarê cenazeyên wan hatin dîtin û derket holê ku her sê welatî jî ser bi eşîreta Nêrwe ne û endamên PDK’ê ne.

Lê ragihandina li ser PDK’ê ev her sê kes wek gerîla nîşan dabû.

Piştî ku rastî derket holê, PDK ji bo ev êrîşa hovane ya dewleta Tirk nebe sedema nerazîbûnên girseyî, bi awayekî lez û bez otopsî çêdike û zextê gundiyên Zêwê dike, da ku di zûtirîn demê de cinazeyan feşartinê bikin.

PDK nahêle ku dîmenek derbarê anîna cenaze û sipartina wan a axê de wer kişandin û belavkirin.

Lê hin welatparêzên herêmê tevî hemû zextan bi rêka dimênê telefonê ev rastî ji raya giştî re parvekirin.

PDK heta niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye û li şûna ku dewleta tirk şermezar bike zextê li gel dike da ku li hember komkujiyên dewleta Tirk ranebin.

Ji ber piştgiriya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re diyare wê kuştina sivîlên Başûrê Kurdistanê, komkuja Dêrelokê nebe ya dawî.

Beriha niha jî li Şêladizê, Kanîmasî, Şarbajar, Qendîl, bi dehan sivîl ji aliyê balafirên dewleta Tirk de hate şehîd xistin lê PDK heta roja îro jî ti helwestek nîşan nedaye û berevajî van êrîşan rewa dike.

Back to top button