Şêniyên Tirbêspiyê sersaxî ji malbatên şehîd Ala Xelef û Feysel Osê re xwestin

Bi sedan welatiyên Tirbespiyê sersaxî ji malbatên şehîd Hêvîdar Tirbêspiyê û Feysel Osê re xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Hêvîdar hate vedan.

Di merasîma sersaxiyê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd axivî û got,

“Dewleta Tirk ji sedê salan ve hewil dide ku Kurdan qir bike û îro jî bi PDK’ê re hevkariyê dike da ku proje û armancên dagirkeriyê li Kurdistanê pêk bînin.”

Hevserokê PYD’ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û da zanîn gerîla hêza parastina Kurdistanê ye.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, Xurme Elî jî got

“Keça min bi destê artêşa Tirk û hêzên PDK’ê şehîd bû. Em ê heta rizgarkirina tevahî Kurdistanê şopdaarên rêya şehîdan bin.”

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) di encama êrişa dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Feysel Osê jî 10’ê Cotemhê li başûr şehîd bû.

Back to top button