Hêzên hikûmeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk li Idlibê topbaran kir

Şerê li herêmên di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk dewan dike.
Hêzên Hikûmeta Şamê cih û deverên çeteyên dewleta Tirk yên li Idlibê topbaran kir.
Balafirên şer ên Rusyayê jî êrişî cihên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqayê kir.

Di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk her roj şer girantir dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Fitîra, Filêfil, Sifohin û Bînîn ên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê ji baregehên xwe yên li Helebê derdora dadgeheke berê ya çeteyên DAIŞ’ê û avahiya polîsan a bajarê Danayê yê li ser sînorên Lîwa Skendor a bakurê Idlibê topbaran kirin.

Hat diyar kirin di encama topbaranê de gelek kesan jiyan xwe ji dest dane.

Balafirên Rusya deverên DAIŞ’ê yên li çolistana Reqa û Hemayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsya nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana rojhelatê Hemayê heya çolistana Rûsafê ya gundewarê Reqayê, bombebaran kirin.

Hikumeta Şamê û rûspiyên Dera, xebatên”çareserkirina rewşê” li bajar bi dawî kir

Li aliyê din Hêzên hikumeta Şamê piştî nêzî 50 rojan ji pêkanîna lihevkirina nû ya di navbera komîteya ewlekarî ya hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê de, xebatên”çareserkirinê” li bajarê Derayê bi dawî kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku li bajarê Dera hêzên hikumeta Şamê xebatên”çareserkirina rewşê” ji bo 6 hezar û 200 kesên ku ji xizmeta leşkerî ya neçarî reviyan û yên ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên xwestin re, bidawî kirin.

Hat diyar kirin saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê nêzî 950 çek wergirtin.

Back to top button