Di çalakiyên protesokirina komployê de herî kêm 139 kes hatin destgîrkirin

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan li gelek bajaran hat protestokirin. Di encama êrişên polîsan de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin.

Li Amed, Agir, Wan, Stenbol, Şirnex û Mêrdîn jî di nav de li gelek bajaran polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di encama êrişên polîsan de gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin.

Li Rihayê 3 kes birîndar bûn û yek jî hat binçavkirin.

Li Îzmîrê herdu Hevserokên HDP’a Îzmîrê û kesek din hatin binçavkirin.

Li Wanê jî rêveberên HDP’ê jî di nav de herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî polîsan bi dijwarî êrîşî çalakvanan kir.

Di encama de Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk birîndar bû û herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin.

Her wiha di çalakiyên Amedê de jî herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.

Di êrîşên polîsan ên li dijî çalakiyên li Cehdeya Îstîklalê û navçeyên Kadikoy û Esenyurtê de jî herî kêm 26 kes hatin destgîrkirin.

Back to top button