YJA Star gerîla Gulçiya û Pelşîn bi bîr anîn

Dilekî evîndarî Rêbertî û çiyayan, gerîlayên şehîd Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê her du gerîla bi bîr anî û got:”Gulçiya û Pelşîn her tim di demên herî zehmet û krîtîk de bi berpirsyarî rabûn.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî gerîlayên şehîd Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz daxuyaniyek da.

YJA Starê di daxuyaniyê de anî ziman ku ji Fermandarên me yên Biryargeha Navendî Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz 29’ê Nîsana 2019’an li qada Çemankê ya Garê di êrişê de şehîd bûn.

YJA Star: Gulçiya Gabar di demên herî zehmet de bi berpirsyarî rabû

Di der barê kesayeta gerîla Gulçiya Gabar de YJA Starê got: Fermandara me ya leheng Gulçiya Gabar li bajarê jinê Mêrdînê ku kevneşopiyeke xwe ya xurt a berxwedan û welatparêziyê heye, ji dayîk bû.

Ew sala 1992’an tevî hevalên xwe yên zarokatiyê tevlî nava refên azadiyê bû.

Di demekê de ku serhildanên Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Amed û Hezexê diqewimî, têkoşîn nas kir. Ev yek jî bû sedem ku bi ruhê asî û serhildêr tevlî têkoşînê bibe.

Hevrêya me Gulçiya bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê di nava têkoşînê de li pêş bû.

Her tim di demên herî zehmet û krîtîk de bi berpirsyarî rabû.

YJA Star: Pelşîn Newroz bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên dijî DAIŞ’ê bû

YJA Starê derbarê gerîla Pelşîn Newroz de jî wiha anî ziman: Hevala me Pelşîn bandora berxwedana li Kobanê û Rojava, wê demê mîna gelek ciwanên Kurd hevrêya me Pelşîn jî berê xwe da têkoşînê û di sala 2015’an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.

Hevrêya me Pelşîn jî bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên li dijî DAÎŞ’ê bû.

Li ser bingeha pejirandina milîtaniya PKK û PAJK’ê, xwe zane kir, perwerde kir, jinûve afirand û ji xwe re kir esas ku bibe jineke azad.

Di dawiyê de YJA Starê da zanîn ku ew soz didin ku ew ê hesab ji dijmin bixwazin, tola şehîdên xwe teqez hilînin û xwîna wan li erdê nehêlin.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Gulçiya Gabar
Nav paşnav: Servet Aydin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Rahîme-Sabrî
Bav:Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Pelşîn Newroz
Nav paşnav: Gulistan Orçûn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik: Selîme
Bav: Selîme-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2019 / Garê

Back to top button