Serokê Îranê hefteya bê serdana Şamê dike

Serokê Îranê Ibrahîm Re’îsî, hefteya bê serdana Şamê dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan duh Înê ji paytexta Lubnan Beyrûtê da xuyakirin, amadekarî ji bo serdana Serokê Îranê bo Şamê di demeke nêz de tên kirin.

Rojnameya El-Weten a Sûrî jî diyar kir ku serdana Re’îsî bo Şamê dê 2 rojan dewam bike, tê de çend lihevkirinên aborî dê werin îmzekirin.

Wezîrê Derve yê Îranê: Balyozxaneyên Îran û Siûdiyê çend rojên bê tên vekirin

Ev serdan di demekê de tê, ku Îran û Erebistana Siûdî, ji bo asakirina têkiliyên xwe, di nava hewildanan de ne.

Li gorî Ebdullahiyan, di çend rojên bê de, her du welat dê balyozxaneyên xwe li Siûdiye û Îranê vekin.

Serokê Iraqê Letîf Reşîd serdana Tehranê dike

Îro Şemiyê jî, Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd li ser vexwendina fermî ya Îranê, berî da Tehranê.

Şandeya bi Reşîd re, ji wezîrê kehrebe û çavkaniyên avê, şêwirmendê nîştimanîya Iraqê û serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê, pêk tê.

Back to top button