Foruma jinan bi biryaran bi dawî bû

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî ber bi şoreşa azadiyê ve” li bajarê Hesekê Komxebata Jinan li darxist.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku karesat û şerên ku li cîhanê rû didin encamên zihniyeta baviksalarî ya serdest e.

Îşaret bi felsefeya Rêber Ocalan a derbarê azadiya jinan, parastina ekolojî û hevjiyana azad de hat kirin.

Her weha behsa rol û hêza jinan a guhertina civakan, parastina wan û rêvebirina li ser esasê edalet, wekhevî û girêdana bi xwazayê ve hat kirin.

Di Komxebatê de ev biryar hatin girtin.

Piştevanî û pêşxistina sîstema hevserokatiyê dê were domandin û ji bo pêkanîna vê sîstemê di hemû qadan de têkoşîn were kirin.

Têkildarî girîngiya sîstema hevserokatiyê, dê semîner li tevahî saziyan werin dayîn.

Bi pêşengiya jinan têgeha hevjiyana azad bibe rêbazê jiyanê.

Dê projeyên jinan werin berfirehkirin û xebateke stratejîk were kirin ku bighêjin tevahî jinên civakê.

Hesekê-Desteya Rêveberiyên Heremî û Ekolojî komxebatek li dar dixe

Back to top button