388 kesên din ji Kampa Holê hatin derxistin

Îro 388 kes ji şêniyên Dêra Zorê ji kamopa Holê hatin derxistin û ber bi bajarên wan ve hatin şandin.

Li ser biryara Rêveberiya Xweser, rêveberiya kampa Holê beşa 10’emîn a şêniyên bajarê Dêra Zorê ji kampê derxist.

91 malbatên ku ji 388 kesî pêk tê, piştî temamkirina belgeyên pêwîst ji kampê hatin derxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastinê, şênî gihandin Meclisa Sivîl a Dêra Zorê.

Rêveberên kampê diyar kir ku wê derxistina koçberan ji warên wan re bi koordînaya bi şêxên eşîran re bidome.

Leave a Reply

Back to top button