Kongra Star: Şoreşa 19 Tîrmehê Şoreşa Jin û Jiyanê ye

Bi boneya  Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê TEV-DEM’ê û Meclîsa Kongra Star daxuyanî dan.
Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Meclîsa Kongra Star jî bi wesîleya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.

Kongira Star bi ruhê şehîdên şoreşê hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got:

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa demokrasî, azadî û wekheviyê ye, şoreşa ji nûve-avakirinê ye.

Bi pêşengtiya jinê jiyan ji nû ve hat afirandin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ruhê 14’ê Tîrmehê ji nû ve zindî bû.

“Agirê Şoreşê yê destpêkê bi pêşengtiya jinê li Kobanê pêket”

Kongira Star diyar kir ku kurdên Rojava piştî Adara 2012’an bi awayekî vekirî polîtîkaya xeta sêyem parastin.

Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû ronahiya azadiyê û hêvî da gelên bindest.

Bû neynika îradeya jina azad, jinê di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin kir û pêşengtî ji sîstemê re kir.

Kongira Star anî ziman ku êdî jin destkeftiyên şoreşê bi hişmendiya jina azad û li gorî xeta şehîdan bi awayekî rast diparêzin û destkeftiyên xwe mezin dikin.

Dawiyê Kongira Star got ewê di xeta sêyem de, ya bi pêşengtiya Rêber Apo israr bikin, tecrîdê têk bibin, azadiya fîzîkî mîsoger bikin.

Û bang li hemû jinan kir ku dakeve qadan û destkeftiyên şoreşê misoger bike.

Back to top button