Rêxistinên Civaka Sivîl û Yekitiya Cotkaran a Reqayê berdewamiya qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.
Endamên Yekitiya Cotkaran û Rêxistinên Civaka Sivîl li ber çemê Firatê li nêzî pira kevin kom bûn û daxuyaniyek dan.
Endamê yekitiyê Ebdullatîf El Îbrahîm daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel bêdengiya hêzên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker şerê avê û birçîkirina gelên herêmê didomîne.
Her wiha hate diyarkirin ku mijara parvekirina avê di têkiliyên navneteweyî û cîrantiyê de mijareke girîng e û hiqûqî ye.
Di dawiya daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li NY û hikumetên Şam û Bexdayê hat kirin ku fişarê Tikiyeyê bikin û wê pabendî parvekirina avê bikin.