Hêrs û nerazîbûna gelê Lîbya li dijî hikûmeta Wîfaqê û dagirkeriya Tirk di roja 4’ê de dewam dikin.
Xwepêşanderan li Terablusê berê xwe da mala serokê hikûmeta ixwanî Seraj û li dijî wî durişme berz kirin.
Milîsên hikûmetê ji bo pêşî li xwepêşandanan bigirin guleyan û bombeyên gazê bikartînin.
Heta niha bi dehan xwepêşander bin çav kirine û bi dehan jî birîndar kirine.
Her wiha Milîsên hikûmetê bi ser malên xwepêşanderan de jî digirin.
Têkildarî mijarê, şandeya Neteweyên yekbûyî got ku divê xwepêşander werin parastin û mafê wane ku daxwazên xwe bînin ziman.
Her wiha daxwaza berdana girtiyan û dermankirina birîndaran hat kirin.