Bijîşkên ji Almanyayê rewşa koçberên li Şehbayê şopand

Rêxistina Alîkariya Lezgîn a Navneteweyî serdana kantona Şehbayê kir û rewşa koçberên Efrînê yên li kampan û xaniyên nîvwêrankirî şopand.

Şande ji serokê rêxistinê Ekrem Nesan û endamên rêxistinê Dr.Frank Schulze û profesorê beşa tamarê Borgan Scheblow pêk tê.

Şandeyê serdana kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê kir.

Serokê rêxistinê Ekrem Nesan diyar kir ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku alîkariyên ku li Almanyayê hatine komkirin bighînin koçberan û mexdûrên erdhejê.

Nesan anî ziman ku alîkarî ji aliyê rêxistinên wekî Komeleya Zarokan a Mezopotamya û Koma Bijîşkên Kurd ên li Almanyayê ve hatine komkirin.

Her wiha Nesan îşaret bi rola Heyva Sor a Kurd a pêşkêşkirina alîkariyan di mercên zehmet de kir û anî ziman ku ku ew ê rewşa li kantonê li Almanyayê ragihînin û alîkariyan ji bo koçberên Efrînê û mexdûran re kom bikin.

Back to top button