Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kirin

Buroya Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û bang li aliyên hiqûqî kir ku ji bo Ocalan serbest were berdan zextê li Tirkiyê bikin.
Buroya Kongra Star a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyek da.

Endamên Kongra Star, tevahî buroyên jinan ên meclisên taxê û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê dixwaze tevgera azadiyê ya Kurdistanê û vîna gel têk bibe, lê ji ber fikrê Ocalan di nav gelên azadîxwaz de belav bûye, nikare vê pêk bîne.

Buroyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî, kesayetên serbixwe û aştîxwaz kir ku bi erka xwe rabin û zextê li Tirkiye bikin ku Rêber Ocalan serbest were berdan.

YEKÎTIYA JINÊN CIWAN:
JI BO TECRÎDÊ BIŞKÎNIN EM Ê TÊBIKOŞIN

Bi heman armancê Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku weke ciwanan ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan bişkînin, wê têkoşîna xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button