Ji Fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen geşedanên di nava sala 2019’an de li bakur û rojhilatê Sûrî rûdane di bernameyek taybet a radio ya dengê Rojava de nirxand. Arzî Hesen diyar kir ku bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ya li Baxozê re tevahiya cihanê nefesek girt û got: Me di şexsê DAIŞ’ê de 8 salan li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer dikir. Di hemû qonaxên şoreşê de YPJ’ê jî hêviyek da gel û têkoşînek bê hempa meşand.
Ji Fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen bûyerên sala 2019’an ên li herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî rû dane di bernameyek taybet a radyoya dengê Rojava de nirxand.
Arzî Hesen diyar kir ku bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re gelê cihanê nefesek girt û wiha got:
Di pêvajoya 8 salan de me li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerek bê hempa meşand.
Di şexsê DAIŞ’ê de me şerê faşîzma dewleta tirk a dagirker dikir.
Encama vî şerê qirêj jî di sala 2019 an de bi têkbirina terora DAIŞ’ê ê gihîşt serkeftinê.
Di rastiya xwe de têkbirina terorê DAIŞ’ê bi hevgirtina gelan pêkhat.
JI FERMANARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BERXWEDANEK DÎROKÎ PÊK HAT
Fermandara YPJ li dijî dagirkeriyê bal kişand ser berxwedana yekgirtî ya pêkhateyên herêmê û wiha domand:
Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Serê Kanî û Girê Spî de berxwedanek dîrokî hat dayîn.
Ya herî girîng yekîtîya pêkhateyên li herêmê bû ku nehişt qirkirin pêk were.
Dibe ku me hîn dever wenda kirin, lê berxwedan û têkoşîna gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî biser ket.
JI FERMANARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
JINÊN CÎHANÊ BI YPJ’Ê RE HÊZA XWE NASKIRIN
Arzî Hesen bibîrxist ku di cîhanê de gelek rêxistinên jin bi trajediyan re rû bi rû man û got, “Bi têkoşîna YPJ’ê re jinên cihanê hêza xwe naskirin.”
JI FERMANARÊN YPJ’Ê ARZÎ HESEN:
YPJ DI HEMÛ PÊVAJOYÊN ŞOREŞÊ DE CIH DIGRE
Ji Fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen di dawî de bal kişand ser rola YPJ a di civakê de û wiha bi dawî kir:
Di roja îro de kes li kesî xwedî dernakeve.
YPJ’ê jî ev rol leyîst û xwedî li keç û jinên heremê derket.
Tişta ku nepêkan bû pêk anî û di pir aliyan de bandora YPJ’ê çêbû.
Ev yek ji bo me felsefeya vî karî ye û ji bo me zanebûn esas e.
Em jî liser vê bingeh û armancê şer dikin.