Li gundewarê Helebê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer rû da

Çeteyên dewleta Tirk ji ber talan û berjewendiyên xwe bi hev dikevin. Li gundewarê Helebê li nêzî bajarê Babê di navbera çeteyên dewleta Tirk şer rû da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li ser riya Ra’î ya nêzî bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer çêbû.

Hat diyarkirin ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiya û çeteyên bi navê Ehrar El-Şam li dijî hev şer kirin.

Sedema şerê di navbera çeteyan de nehat zanîn.

Beriya du rojan jî li herêma Cerablusê di navbera çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Firqa Nihan û Cebha Şamiya de şerek rû dabû.

Li gorî agahiyan çeteyan ji ber nakokiyên li ser deriyê sînor yê bi Tirkiye re şer kiribûn û di encamê de çeteyek hatibû kuştin, hin sivîl jî birîndar bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button