Şehîd Sevê Demîr, Fatma Uyar, Pakîzê Nayir di 4. salvegera şehadeta wan de hatin bibîranîn

Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ku di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê di berxwedana rêveberiya xweser de bi destê dewleta Tirk hatibûn kuştin, hatin bîranîn.

Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad-KJA Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi guleyên wesaîta zirxî ya dewleta Tirk şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Rêxistina HDP ya Silopyayê, bi tevlîbûna dayikên her sê şoreşgerên jin, parlamenterên HDP û girseya gel civîneke bibîranîne pêk ani

Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr di axaftina xwe de anî ziman ku azadiya gelê Kurd wê bi hêza jinê pêk were.

Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay jî got, “Komkujiya li Silopyayê dewama komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e.”

ŞEHÎD SEVÊ DEMÎR, FATMA UYAR, PAKÎZÊ NAYIR
YPS JIN: EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN
Koordînasyona YPS-JIN jî bi daxuyaniyekê her sê siyasetmedarên jin bibîranî û destnîşan kir ku ew bûn şopdarê xeta berxwedanê ya Sarayan.

YPJ-JIN destnîşan kir ku dewleta Tirk jina azad a pêşengiyê dike hedef û got,

“Em ê tola sembolên jina azad Sevê, Pakîze û Fatma ku lehengiyeke bi destanî nîşan dan hilênin.”

Leave a Reply

Back to top button