Serokwezîrê Awusturyayê: Erdogan koçberan weke çekan bikar tîne

Serokwezîrê Awusturya Sebastian Kurz ji ber polîtîkayên Erdogan ku koçberan weke gefekê li dijî Ewrûpayê bikartîne nerazîbûn nîşan da. Kurz got, “Erdogan koçberan weke çekê bikartîne, lê em ê li ber vê sitû netewînin.”

Sebastian Kurz di rojnameya rojane ya Awusturya ya bi navê “Kurier” de axivî û helwesta dewleta Tirk ku koçberan li dijî Ewrûpayê weke gefekê bikartîne, bi tundî rexne kir.

Kurz îşaret bi gefên Erdogan kir û got:

“Erdogan ji zimanek din fam nake. Penaberan weke çekekî bikartîne. Li welatên xwe zextê li kesên muxalîf dike û her roj rojnamevanan dixe girtîgehê.

Divê em li hemberî van gefên Erdogan serî netewînin. Divê Yekîtiya Ewropa li dijî dewleta Tirk xetek zelal diyar bike.”

Kurz diyar kir ku ew dikare li ser navê Ewrûpayê rolê çalak bileyîze.

Sebastian Kurz ku ji meha Mijdarê ve bi partiyên koalîsyonê re di nava danustandinan de bû û herî dawî bi piştevaniya Partiya Keskan careke din xwe amade dike ku li ser kursiyê serokwezîrtiyê rûne.

Leave a Reply

Back to top button