Wezareta tenduristiyê ya Lîbyayê: di êrîşekê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê vê sibê zû êrîşên asmanî li ser kamp û navendên hêzên Wîfaqê yên li Tacûra li rojhilatê Terablusa paytext pêk anîn û hat raighandin ku di şerê li Lîbyayê çeteykî Sûrî yê girêdayî dewleta Tirk hat kuştinMIX

Artêşê Niştîmanî her wiha devereke koma çekdar a bi navê “Deman” li herêma Bir el-Essta ya li Tacûra jî bombebaran kir.

Li gorî wezareta tenduristiyê jî, di encama şer de duh 28 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li Lîbyayê çeteyekî Sûrî yê girêdayî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊ MIROVAN:
LI LÎBYAYÊ ÇETEYEKÎ DEWLETA TIRK HAT KUŞTIN

Çavdêriyê da xuyakirin ku çeteyê hatiye kuştin ji koma çete ya bi navê Sultan Murad a dewleta Tirk e.

Çavdêriyê destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku wan bi dest xistine, ev çeteyê ku hatiye kuştin wê li ser esasê ku li Bakurê Sûriyê hatiye kuştin bê ragihandin.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊ MIROVAN:
HEJMARA ÇETEYÊN LI LÎBYAYÊ GIHAŞT HEZARÎ

Çavdêriyê tekez kir ku hejmara çeteyên dewleta Tirk ku şandine Lîbyayê, gihaşte hezarî.

Ev çete bi riya navendên tevlîbûnê yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagirkirine vekirine, ji bo Lîbyayê tên şandin.

Leave a Reply

Back to top button