KNK: Divê Kurd ti carî jenosîda Dêrsimê ji bîr nekin

Der barê komkujiya Dêrismê de jî, KNK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku “ew ê ti carî vê êşê ji bîr nekin.. KNKê bang kir ku “divê hesabê komkujiyê bê pirsîn û 4’ê Gulanê weke roja bîranîna Terteleya Dêrsimê bê qebûlkirin”. 

Konseya Rêveber a KNK’ê, bi boneya salvegera 83. a komkujiya Dêrsimê, daxuyaniyek da..

KNK’ê diyar kir ku “dewleta Tirk a dagirker, 4ê Gulana 1937an, qirkirineke jenosidî fermî bi biryara dewlet û hukûmetê, pêk anî”.

KNK’ê da zanîn ew ê ti carî gelê Kurd vê rojê ji bîr nekin û got:

Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malikwêranî, navê Dêrsimê jî bi qanûneke taybet hate guhertin û kirin Tuncelî.

KNK: Divê dewleta Tirk cihê gorên seyîd riza û hevalên wî eşkere bike

KNK’ê, ji bo rûbirûbûna jenosîdê ev daxwaz kir:

Divê roja 4ê Gulanê weke roja bîranîna Terteleya Dêrsimê bê qebûlkirin.

Divê dewleta Tirk rastîya jenosîda Dêrsêmê bipejirîne û hesabê komkujiyê bide.

Divê cihê tirbên Seyid Riza û hevalên wî bêne eşkerekirin.

12 Komeleyên Elewiyan: Divê dewleta Tirk dawî li polîtîkayên qirkirinê bîne

Bi heman boneyê, 12 komeleyên Elewiyan jî daxuyaniyek da û diyar kirin ku “divê li Meclisa Komîsyona Lêkolînê ya Jenosîda 1937-38’an were avakirin û polîtîkayên mandel û pişaftinê yên li ser şêniyên Dêrsimê werin bidawîkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku “divê dewlet Jenosîda Dêrsimê qebûl bike, lêborînê ji şêniyan bixwaze û aqûbeta zarokên piştî komkujiyê were diyarkirin.”

Her 12 komeleyan jî xwestin cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin û projeyên bendavê yên li Dêrsimê werin betalkirin.

Back to top button