Îro li Siwîsrayê, xebatên Foruma Danûstandinên Siyasî yên Lîbî careke din dest pê dike.
Îro Duşemê û heta 5 Sibatê, dê rûniştina herdu aliyên Lîbî bi serperiştiya NY li Cinêvê bê lidarxistin.
Tê payîn, forum erkên encumena serokatî ya ji 3 endam û serokwezîr pêk tê, bixe dengdanê. Ew jî wê li gorî nexşerêyekê ku li Tûnisê hatibû danîn, be.
Ev desthilata cîbicîkar a demkî, wê di serî de ji bo hilbijartinên niştimanî yên dê 24 Kanûna 2021bên lidarxistin, bixebite û her wiha dê saziyên dewletê bike yek.