Artêşa Tirk gundê Mielek û rêya M4 topbaran kirin

Gundê Mielek û rêya M4 ku ev demk dirêj e rastî êrîşên hovane yên artêşa dagirker tên, duh weke her car bi çekên giran hatin topbarankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, saetên dereng ên şevê din, rêya M4, gundê Mielek û xwaringeha Seqir yên girêdayî Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Di saetên nîvro de jî, gundê Eyndeqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê armanca êrîşên van dagirkeran bûn.

Di heman demê de, gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê jî, dan ber topan.

Back to top button