Meclisa Kantona Hesekê 13 sahrîcên din ên avê peyda kirin

Dewleta Tirk ava vexwarinê li ser şêniyên Hesekê qut dike ..
Bi vê re barên şêniyan ji bo peydakirina avê giran dibe ..
Meclisa Kantona Hesekê jî ji bo sivikirina barê welatiyan hejmara sahrîcên ku avê ji şêniyan re peyda dikin zêde kir û kir 48 sahrîc.

Di encama qutkirina ava stasyona Elok de pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê li bajarê Hesekê derket holê.

Ji bo ku azarên gel di vî warî de sivik bike, Meclisa Kantona Hesekê 13 sahrîcên din radestî Rêvebriya Avê ya bajêr kir.

Bi vê yekê hejmara sahrîcên li bajêr gihaşt 48`an.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo dema sahrîc radestî Rêvebriyan Avê dihatin kirin, ev yek got :

“Meclis hewl dide azarên şêniyên Hesekê sivik bike..

Sahrîc dê di çend rojên bê de avê ji şêniyan re dabîn bikin..”

Meclisê bang li civaka navneteweyî, kir ku bilez mudaxele bikin û azarên gelê Hesekê bi dawî bikin..

Back to top button