Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan bi serdana xwe a li Hewlêrê re êriş jî anî
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sinînê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê bombe li wesayitekê barand.
Bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan a ji bo Hewlêrê re, wesayîtek hate bombebaran kirin.
Êriş li ser rêya Sinînê ya ser bi bajaroka Sîdekan a girêdayî Hewlêrê Balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve pêkhat.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên herêmê bidest ketine, di encama êrişê ti ziyanên canî çênebûne.