HPG: 3 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên YJA Starê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker da.
Di encama çalakiyan de, 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li Zap, Metîna û Xakurkê de, 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’e li ser çelakiyên Gerîlayan daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl:

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, di çalakiyên hêzên YJA Starê de, 2 dagirker hatin cezakirin,

Derb li 6 çeperan hat xistin û sîstemeke kamereya mobesse hat îmhakirin.

Li Qada Berxwedanê ya Sîdayê a Zapê jî derb li kepçeyeke dagirkeran hat xistin.

Li herêma Metînayê jî:

Li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hat xistin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin, 2 kon û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hatin kirin.

Her wiha Li herêma Xakurkê jî hêzên YJA Starê bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn û girê Şehîd Şahan dan.

HPG: Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê 11 caran hatin bombekirin

Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ev agahî dan:

Li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, çeperên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Herêma rojavayê Zapê jî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

HPG: 4 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

 

Back to top button