HPG: 47 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, derb li 2 helîkopteran ket

Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê rêzeçalakî pêk anîn. Li gorî daneyên HPG’ê di nava 2 rojên dawî de 47 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Bi rasthatina salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê, gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama van çalakiyan ev agahî parve kirin:

. Li herêma Avaşînê

30’ê Gulanê hêzên artêşa Tirk hewl dan bi çekên kîmyewî, Qada Werxelê bombebaran bikin.

Lê di encama destwerdana gerîlla de hewldana dagirkeran biserneket û neçar man paşde biçin.

. Li herêma Zap’ê

29’ê Gulanê li Qada Girê Cûdî, helîkopterên artêşa Tirk hewl dan leşkerên xwe li herêmê deynin.

Gerîlla ji 2 baskan ve li wan dan.

Di encamê de 2 helîkopterên derb li wan ketin, neçar man ji qadê dûr bikevin.

Heman rojê li Qada Girê FM jî di encama çalakiya sekvaniyê ya gerîlla jin, leşkerek hate kuştin.

Dîsa 29’ê Gulanê li Qada Şehîd Şahîn, artêşa Tirk hewl dan leşkerên xwe bişîne çeperên şer.

Gerîlla li dijî wan çalakiyên sabotajê pêk anîn û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Ji wan cenazeyê 2 leşkeran di bin kontrola gerîlla de man.

29’ê Gulanê li Qada Karker, hêzên artêşa Tirk ên xwestin ber bi çeperên şer ve pêş de werin, ketin bin kontrola gerîllayên jin.

Bi pêşengiya gerîllayên YJA Starê li dijî hêzên artêşa dagirker rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Di encamê de bi giştî 25 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

30’ê Gulanê jî hêzên artêşa Tirk ên li dora çeperên qada Karker bûn armanca çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

. Li herêma Metîna

29’ê Gulanê li Qada Girê Hakkarî yekîneyeke artêşa Tirk bû armanca lêdana gerîlla.

Di rêzeçalakiyan de 4 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Li heman qadê, hêzên artêşa Tirk xwestin ber bi çeperên şer ên devera Şehîd Zemanî pêşde werin.

Gerîlla bi lez bersiv da vê hewldan û ji nêz ve li leşkeran dan.

Di encama çalakiyê de 11 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Cenazeyên kuştiyên artêşa Tirk heta derengiya şevê di bin kontrola gerîlla de man.

Gerîlllayê HPG’ê Siyabend ku wêrekî çû ser cenazeyê 9 leşkeran bi lehengî şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla derbên giran xwarin, 27 êrişên bi çekên kîmyewî û dehan êrişên balafiran, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Back to top button